Li Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye 2024-06-02 13:19:49     DERSIM - Li navendên ku hilbijartin tên kirin dîsa dengdayîn didome. Li Periyê ku yek ji van cihan e jî hilbijêr eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinê didin.   Piştî biryara nûkirina hilbijartinê li navçe û bajarokên ku Desteya Bilind a Hilbijartinan di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de hilbijartinên rêveberiyên herêmî betal kiribûn, îro jî li 3 navçe û 4 bajarokan dengdayîn didome. Li bajaroka Perî ya navçeya Mazgêrd a Dêrsimê  ji bo hilbijartinê hilbijêr li ser sindoqan in.   Li Lîseya Şehîdên Anadoluyê ya 15'ê Tîrmehê û Dibistana Navîn a Akpazarê dengdayîn dewam dike, welatiyên ku dengên xwe dane li benda hilbijartina rêveberiya nû ne ku ji bo pirsgirêkên li bajêr çareser bike.   Di dewama xebatên dengdanê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordu serdana her du dibistanan kir û serkeftin ji rayedarên sindoqan re xwest.