Berxwedana Geziyê di sala 11’emîn de ye: Hûn nikarin kesên berxwe didin biçewisînin 2024-05-31 21:11:43   STENBOL- Bi wesîleya 11’emîn salvegera Geziyê bi awayekî girseyî çalakî pêk hat û wiha hat gotin: “Hûn dikarin yekitiya kesên li dijî zextan berxwe didin biçewisînin. Berxwedana Geziyê ne paşeroja vî welatî pêşeroja wê ye.”   Piştevaniya Taksîmê,  bi wesîleya 11’emîn salvegera Berxwedana Geziyê li ber Şaxa Odeya Endezyarên Maşîneyê ya Stenbolê ya li Beyoglu daxuyaniyek da.  Polîsan û TOMA’yan  kolan girtin û tevî vê welatî hatin gel hev.   Bi sedan kes tevli çalakiyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û parlamenterên din yên partiyên siyasî, dayika Berkîn Elvan yê di berxwedan Geziyê de hat qetilkirin, Gulsum Evlan û gelek rêxistinên jinan û civaka sivîl tevli bûn.   Endamê Piştevaniya Taksîmê Akîf Burak Atlar daxuyanî xwend. Akîf da zanîn ku Gezî hêviya gelên hatine gel hev e û wiha got: “Hemû kesên di doza Kobanê, doza Geziyê û li dijî bêdadiyê ne, tên çewisandin.  Hûn dikarin yekitiya kesên li dijî zextan berxwe didin biçewisînin. Berxwedana Geziyê ne paşeroja vî welatî pêşeroja wê ye.  Di doza Geziyê de bi biryarên dijhiqûqî ceza hatine dayîn. Em li dijî vê dijhiqûqiyê bêdeng namînin. Gezî wê bibe hêviya wekhevî, azadî û edeletê.” Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.