Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun çûn serdana JINNEWS’ê 2024-05-31 17:36:37   AMED- Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun  serdana ajansa me JINNEWS  kirin.   Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun  serdana ajansa me JINNEWS  kirin. Xebatkarên JINNEWS’ê hevşaredar pêşwazî kirin. Di serdanê de der barê pêvajoyê de sohbet hat kirin. Hevşaredaran texrîbata qeyûman ali bajar vegotin û daxwaz û pirsên welatiyan ji rojnamegeran pirsîn.  Rojnamegeran pirsgirêkên tên jiyîn û daxwazên welatiyan ragîhandin.   Hevşaredaran gotin wê texrîbata qeyûman çareser bikin, çi hatiye xespkirin wê şûnde bigirin.