'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne' 2024-05-31 16:31:54   WAN - TUHAY-DER û malbatên girtiyan li Wanê li dijî tecrîdê daxuyanî dan û gotin: "Divê em dengê çalakiyên xwe yên ‘Deng bide azadiyê’ zêdetir mezin bikin. Heta ku ev polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Abdullah Ocalan tên meşandin bi dawî nebin em ê bibin dengê girtiyan û dayikan.”   Li Wanê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwariyan re (TUHAY-DER) û malbatên girtiyan xwestin li ber Rêxistina AKP’ê ya Wanê daxuyaniyê bidin lê destûr nehate dayîn. Ji ber vê yekê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku pankarta “Deng bide zindanan” hate vekirin de parlamenterên DEM Partiyê Mahmût Dîndar û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî amade bûn.    Yek ji rêveberê Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr Şeref Yildiz ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Îşkence, eziyet û pêkanînên derhiqûqî yên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê gefê li mafê jiyanê dixwe. Mafên bingehîn û azadî ya girtiyan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Bi taybetî dema gotubehs dibe kesên ku gelê kurd dibêje ‘vîna min e’ rêgezên gerdûnî yên hiqûqê, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME nayên pêkanîn.”   Şeref, bal kişand axaftinên hikumetê yên “asayîbûnê” û wiha domand: “Heta ku tecrîd hebe asayîbûn nabe û krîza li Tirkiyeyê bi rastî jî bi dawî nabe. Sedemê bingehîn ê hemû krîzên hiqûqî, polîtîk, sosyo-ekonomîk ku Tirkiye di nav de ye polîtîkayên tecrîd û bêhiqûqiyê ne.”    Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Tecrîd niha belavî hemû girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye. Kesên herî zêde li ser vê axê êş kişandine dayik in. Yekane daxwaza dayikan ew e ku li ser vê axê jiyaneke wekhev û azad bijîn û polîtîkayên şer ên li ser vê axê tên meşandin bi dawî bibin. Çalakiyên ku li girtîgehan hatine destpêkirin divê li derve bêtir xwedî lê were derketin. Sedemê bingehîn ên krîzên heyî polîtîkayên tecrîd û şer ên desthilat li dijî kurdan dimeşînin e. Divê em dengê çalakiyên xwe yên ‘Deng bide azadiyê’ zêdetir mezin bikin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Heta ku ev polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Abdullah Ocalan tên meşandin bi dawî nebin em ê bibin dengê girtiyan û dayikan.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.