Ji bo jinên fîlîstînî peyama TJA 'yê: Bijî piştevaniya jinan 2024-05-31 16:16:03       NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, ji bo piştevaniya bi jinên fîlîstînî re nameyek nivîsand û got: "Hêza yekgirtî ya jinan dê li Rojhilata Navîn jiyanê azad bike, rojên aştiyane bîne. Hevgiriya me ya ku bi felsefeya ‘Jin! Jiyan! Azadî!’yê mezin dibe dê teqez dawiyê li mêtingeran bîne."    Ji bo piştevaniya bi jinên fîlîstînî re Tevgera Jinên Azad (TJA), nameyek nivîsand.   Di nameyê de wiha hat gotin:    "Hevrayên me yên jin ên filîstînî yên hêja,   Wek Tevgera Jinên Azad, em wehşeta bê navber a ku dewleta mêtinger a Îsraîlê di serî de jin û zarok, li gelê Filîstînê dike, bi hêrs lehnet dikin. Jinên Kurd van tawanên li hemberî mirovahiyê yên ku li ber çavên cîhanê tên kirin dê di tu şert û mercan de nepejirîne û hevgiriya xwe ya bi gelê Filîstînê re her û her bidomîne.    Dîrok şahida berdêlên ku we ji bo parastina av û axa xwe ya ku hûn li serê dijîn, çanda xwe û baweriya xwe li hemberî dewleta dagirker a Îsraîlê dane ye. Ligel ku zarokên we bi awayên ku nayên texeyulkirin jî qetil dikin, ligel tundiya zayendî ya ku hûn rû bi rû dimînin, ligel sirgûnkirinên bi pergal, we dev ji azadiya xwe, av û axa xwe berneda. We hebûna Filîstînê bi xwîna xwe û berxwedana xwe parast. Vê erdnîgariiya ku şaristaniyên herî kevnar û nirxên bingehîn ên mirovahiyê afirandine, şahidiya hebûna rejîmên zalim jî dike. Nirxên ku çanda jinan afirandine ji aliyê van rejîmên zalim ve dibin armanc. Li hemberî hêzên mêtinger, parastina azadiya xwe maf e û ji bo hebûn û bikaranîna vî mafî bi tu hincetan nikare bê astengkirin, ev maf nakeve ber tu lipirsînan.    Em dixwazin ku hûn bi vê yekê baş bizanibin ku wek jinên Kurd, em êşa we ji dil û parve dikin. Li Kurdistana ku ev 100 sal in kirine çar parçe gundên me hatin şewitandin, hezkiriyên me hatin qetilkirin û hîna jî tên qetilkirin. Desthilatdaran bi awayekî giştî êrîş anîn ser zimanê me, çanda me û baweriyên cuda, hîna jî êrişên xwe didomînin. Ev êş û azarên ku em ji ber van êrîşên ku armanca wan tunekirina me ye dijîn jî hevpar in. Hêrsa me û israra me ya di berxwedanê de jî ji aliyê dîrokî ve xwîşk û birayên hev in.    Wek ku hûn jî dibin şahid û nîşan didin, jinên ku di şeran de berdêlên giran didin, berxwedana herî xurt dikin. Ev ne tesaduf e. Em dizanin ku hêzên mêtinger herî zêde ji evîna azadiyê ya jinan ditirsin. Lewra ji bo jinan azadî, parastina av û axa xwe ye, bi zimanê xwe mezinkirina zarokên xwe ye, bi awayekî bi rûmet jiyandina çanda xwe ye. Wek jin, em dizanin ku jiyîna wek kole mirineke tarî û kohne ye û em bi evîna azadiyê dijîn. Leyla Xalid di Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a ku di sala 2013’yan de me bi hev re li Amedê li dar xistibû de wiha gotibû: 'Wek jin, divê em bêhtir bibin yek, wek gel divê em bibin yek. Bi tenê bi vî awayî em dikarin emperyalîstan têk bibin'.   Hevrayên me yên jin ên Filîstînî yên hêja, netewedewletên wek Îsraîl û Tirkiyeyê ji jinan û hevgiriya jinan ditirsin. Ev yek hêza me û mafdariya me nîşan dide. Wek pêdiviyeke jiyana azad, wek jin, divê em bi ruhê hevgiriyê xwedî li berxwedana hev derkevin. Wek jinên Kurd em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna li hemberî êrişên ku tên kirin bi avakirina 'Konfederasyona Jinan a Cîhanê' ya ku dê bi hevgiriya jinan bê damezirandin, dê hêzdartir bibe. Hêza yekgirtî ya jinan dê li Rojhilata Navîn jiyanê azad bike, rojên aştiyane bîne. Hevgiriya me ya ku bi felsefeya ‘Jin! Jiyan! Azadî!’yê mezin dibe dê teqez dawiyê li mêtingeran bîne.    Em di wê baweriyê de ne ku silavên ku em ji axa Kurdistanê ji we re dişînin dê hêzê bidin têkoşîna we Tevgera Jinên Azad (TJA) û em dixwazin hûn bizanibin ku dilê me li gel we lêdide.   Bijî berxwedana Jinan!   Bijî piştevaniya jinan!"