Damezrînera rêxistina Dayikên Plazo De Mayo jiyana xwe ji dest da 2024-05-31 11:34:05       NAVENDA NÛÇEYAN - Endama damezrandina rêxistina Dayikên Plazo De Mayo, dosta Kurdan Nora Cortînas jiyana xwe ji dest da.   Endama damezrandina rêxistina Dayikên Plazo De Mayo Nora Cortînas şeva 30’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Dayikên Plazo De Mayo bi armanca dîtina zarokên ku li Arjantînê ji dema dîktatoriyê ve winda ne, hatiye damezrandin.   Nora Cortînas a 94 salî, ev çend roj bû di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de bû.   Nora Cortînas a ku li dijî dîktatoriyê sembola heqîqet û edaletê bû, bi salan piştgirî da têkoşîna gelê Kurd. Herî dawî di kampanya, civîn û çalakiyên ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk dihatin kirin de, cih girtibû.