ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-31 09:00:00     * Tifaqa DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê yên ku wê 2’ê hezîranê de li Periyê pêk bên bê navber dimeşîne. Bîrsen Orhan û Humeyra Tosun Yegîn der barê  girîngiya hilbijartinên ku wê li Periyê bên nûkirin de axivîn û banga xwedîderketina li îradeyê kirin.  DÎMEN HEYE   *Xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê hemû nivîskar û xwendevanên xwe vexwendiyê bernameya piştevaniyê ya ku wê 2’ê hezîranê de pêk bînin kir û got: “Tevî hemû zextan em heta îro hatin û em bi piştevanî, rêxistinbûn û xwendevanên xwe mezin bûn. Yenî Yaşam hêza xwe ji gel digire.  Çapemeniya Azad her tim li dijî tarîtiyê bûye neynik.”  DÎMEN HEYE   * Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe  diyar kir ku li şûna pêşî li tundiya li ser jin û zarokan bê girtin bi pakêtên darazê ‘Sermiyanê malbatê’ ya xurt tê hedef kirin. Zozanê got yekane rêya li dijî serdestiya mêr têkoşîne. BI DÎMEN