Li Curnê Reş hevdîtina gel: Gel wê bersivek baş bide 2024-05-30 20:42:56   RIHA - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li Curnê Reş a ku wê hilbijartin bê nûkirin xitabî bi hezaran şêniyên Curnê Reşê kir û got: "Gelê Curnê Reşê wê di 2'yê Hezîranê de bersiveke baş bide û wê careke din îspat bike ku gelê kurd li ku ye. Em ê derseke baş bidin hîlekaran."    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku dê hilbijartin lê bên nûkirin, beşdarî civîna gel a partiya xwe bû. Tuncer di ketina navçeyê de ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin ku di nav de Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Pervîn Bûldan, Dîlan Kûnt Ayan, Sînan Çîftyûrek, namzetên Hevşaredariyê yên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl jî hebûn.   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku girseya li ber büroya hilbijartinê silav kir, got: "Gelê Curnê Reşê wê di 2'yê Hezîranê de bersiveke baş bide û wê careke din îspat bike ku gelê kurd li ku ye. Em ê derseke baş bidin hîlekaran. Berî em bên vir me li girtîgehên Kandira û Edîrneyê serdana Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdagê kir. Me silavên wan ji we re anîn. Me silavên 13 hevrêyên xwe yên di Doza Kobanê de ceza xwarin ji we re anîn. Hûn dizanin çi digotin? Bawer bikin ji dêvla behsa cezayê ku belesebeb i wan hatibû birin bikin, ji me pirsin ku hûn ê li Curnê Reş bi ser bikevin yan na. Em ê bi ser bikevin yan na? Her bijî, mala we ava."    Tuncer ku siyasetmedarên Rihayî İbrahim Ayhan, Ferîdûn Yazar û Muhsîn Melîk bibîr anîn, got: "Gelê kurd tevî hemû zextan û bedêlan jî li Kurdistanê 79 şaredarî bi dest xistin. Hûn her hebin. Her bijî.Bawer bikin gelê Curnê Reş wê di 2'yê Hezîranê de careke din şaredariya ku ji wan hatiye dizîn bi dest bixe. Wê Curnê Reş di 2'yê Hezîranê de bersiveke mezin bide hîlekaran.”   Hevdîtin bi govendgerandinê bi dawî bû.