Hevdîtinên TJA'yê yên xwendinê dewam dikin 2024-05-30 16:33:32       AMED - Di çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê" bi pêşengiya TJA'yê li navçeya Sûrê nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.    Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de jin di çarçoveya hemleya "Deng bide azadiyê" de li Qesra Îskender Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê li hev civiyan. Aktîvîstên TJA,  Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Pariyê yên Amedê û yên Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP), Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, Dayikên Aştiyê Dayikên Nobeda Edaletê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê û saziyên sivîl tevlî hevdîtinê bûn. Herwiha di çalakiyê de pankartên bi kurdî û tirkî yên bi dirûşma, "Deng bide azadiyê"  hatin daliqandin.   Beriya çalakiya xwendinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.    'Bu çavkaniya îlhamê'   Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun ku axaftina destpêkê kir, bal kişand ser polîtîkayên zayendperest ên li ser jinan û got, “Jinan bi saya Birêz Abdullah Ocalan xwe nas kirin. Jin niha di hemû qadên jiyanê de têdikoşin. Jinên Kurd li hemû cîhanê tên naskirin. Mînaka herî mezin jî belavbûna serhildana piştî qetilkirina Jîna Amînî ye. Têkoşîna jinên Kurd ji hemû cîhanê re bû hêvî û îlham."    Nesîbe di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   'Em bi hev re dibin şahidê şiyarbûna gelan'   Aktîvîsta TJA’yê Salîha Zorlû jî got, “Rêya herî girîng a şikandina tecrîdê, fêmkirina fikra Rêberê Gelê Kurd e. Em bi hev re dibin şahidê şiyarbûna gelê ku zimanê wî hatiye qedexekirin û çanda wî hatiye talankirin. Ez bi rêzdarî li ber têkoşîna jinên Kurd ên ku ji cîhanê re bûne mînak, serî ditewînim."   Piştî axaftinan jinan nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendin.   Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.