Şêniyên kantona Firatê li dijî tecrîdê meşiyan 2024-05-30 13:41:19       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Firatê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşa dewleta tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek hate dayîn û meşek hate lidarxistin.   Bi sedan welatiyên Kantona Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nerazîbûnên xwe nîşan dan û meşeke girseyî li dar xistin.   Meş bi amadebûna bi sedan kesî li Qada Jina Azad dest pê kir û heya Qada Aşitî dirêj bû.   Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmeya; ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate berzkirin.   Piştî ku meşa girseyî gihîşt Qada Aşitî ji bo bibîranîna şehîdan deqeyekê rêz hate girtin.   Piştre ji Koordînasyona Kongra Starê Macîde Hesûn axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkevin û ew ê azadiya wî ya fîzîkî jî misoger bikin.   Her wiha ji aliyê Kongra Star a Kantona Firatê ve jî li pêşiya Qada Jina Azad têkildarî êrîşa dewleta tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Peyman Elûş a ji Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê ve hate xwendin.   Daxuyaniya Kongra Starê bi vî rengî ye:   "Jina Kurd a azad a ku ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan îlhama xwe girtiye û bûye ronahiya rêya azadiya jinên li Rojhilata Navîn û di her astê de berxwedan û têkoşîna xwe didomînin. Jinên azad têkoşîna azadiyê bi derfetên xwe û tevî hemû zehmetiyan jî ji hemû cîhanê re tekez kir kir ku xwedî rêgezeke berdewamî ye.   Em weke jin, dayîkên aştiyê, dayîkên şehîdan û dayîkên gerîla kiryar û biryarên keyfî yên dewleta Îranê û hikûmeta Tehranê û biryara dardekirinê ya têkildarî endamê HPG’ê Rêgeş ku ew di sala 2019’an de ji aliyê hêzên Îranê ve dîl hatibû girtin, bi tundî şermezar dikin.   Ev ne cara ewil e ku jin û xortên gelê Kurd li Îranê tên darvekirin. Ji ber ku hêzên gerîla weke parêzvanên Kurdistanê tên dîtin ku hêza tarî DAÎŞ têk birin û bi hezaran şehîd dan, şervanên me yên Hêzên Parastina Gel her roj rastî êrîşên dijwar ên komplogerên dewletên Tirk û Îranê tên.   Daxwaza me ji rêxistinên mafên mirovan û encûmena ewlekariyê ya navneteweyî ew e ku zextê li hikûmeta Îranê ya faşîst bike ku dawî li van biryarên xwe yên ne exlaqî û biryarên darvekirina girtiyên şer û ciwanên Kurd bine  û ji hikûmeta Îranê hesaba tawanên wê yên li dijî gelê Kurd bipirse.   Her wiha em bang li gelê Kurd û rêxistinên jinan jî dikin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û bi pêşengiya jinên azad ala azadiyê bilind bikin."