Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 116’emîn de ye 2024-05-29 21:04:55   ENQERE - Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar ku li ber wezareta dadê didomîne di roja 116’emîn d eye. Parlameterên DEM Partiyê çûn serdana Emîne Şenyaşar.   Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 116’emîn de didome. Lê wek her tim îro jî deriyên wezaretê li malbatê hat girtin.   Parlamenterên DEM Partiyê Îbrahîm Akin, Mîthat Sancar û Cengîz Çandar çûn serdana malbatê.   Emîne Şenyaşar li wir axivî ûda zanîn ku ji ber ji wan ditirsin derî li wan digirin û got bila kurê wê berdin ew jî ji vir biçe.   Li aliyê din jî  çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 37’emîn de berdewam kir.