Mamosteyên xwestin bi wezîr re hevdîtinê bikin hatin derbkirin 2024-05-29 19:30:09   ENQERE - 11 endamên Sendîka Mamosteyên Sktora Taybet ku bi daxwaza bi wezîrê pewerdê Yusuf Tekîn re hevdîtinê bikin çûn ber wezaretê hatin binçavkirin.   Mamosteyên endamê Sendîka Mamosteyên Sektora Taybet ku ji bo Qanûna Pîşeya Mamostetiyê ev 4 roj bû li parka Meclîsê nobet digirtin, ji bo bi wezîrê pewerdehiyê Yusuf Tekîn re hevdîtinê bikin çûn ber wezaretê. 11 mamosteyên ku xwestin bi wezîr re hevdîtinê bikin hatin derbkirin û binçavkirin.  Serokê giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak û sekretera jinan a navendî Sîmge Yardim ku alîkarî dan mamosteyan jî hatin derbkirin.   Kesên hatine binçavkirin wihane: Feyza Uludag, Pelin Çapar, Gamze Nihal Îyîdogan, Betul Koca, Mahmut Yildirim, Îbrahîm Ateş, Burcu Çira, Murat Umut Erkurt, Eren Edebalî, Îsmail Boyraz, Fatîh Ozbek.