Ji TJA'yê atolyeya 'Deng bide azadiyê' 2024-05-29 16:13:02     MÊRDÎN - Di pêşengiya TJA'yê de di çarçoveya çalakiya "Deng bi de azadiyê" de atolyeya "Xwendina heqîqetê" hat lidarxistin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li tesîseke gundê Xursê yê navçeya Qoser a Mêrdînê, di çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê" de "Atolyeya xwendina heqîqetê"  li dar xist. Atolyeya ku di çarçoveya xwebatên ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat lidarxistin, Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Salîha Aydenîz û gelek aktîvîstên TJA'yê tevli bûn.  Li gel jinan, mêrên ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya 'Gelan  DEM Partî' û ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî tevli atolyeyê bûn.   Atolye bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.   'Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin'   Piştre parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî û çalakiyên bi daxwaza azadiyê. Salîha diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan li herderê belav bûne û wiha got, " Divê em fikrên rêberê Gelê Kurd ku li her derê belav bûne zindî bihêlin. Çareseriya hemû pirsgirêkan li Îmraliyê ye û ji ber vê divê ku deriyên Îmraliyê bên vekirin."    Piştre nivîsên li pirtûkên Abdullah Ocalan hatin komkirin bi Kurdî û Tirkî hatin xwendin.   Piştî xwendinê atolye bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.