Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê li ser hilbijartinê semînerek da 2024-05-29 13:43:07       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Piştgirî û xurtkirina beşdariya jinan di pêşxistina pêvajoya hilbijartinê de” li ser hilbijartinê semînerek da.   Ew demeke ji bo hilbijartina şaredariyan ku di 11’ê Hezîranê de wê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê were li dar xistin amadekarî tên kirin. Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo hilbijartinê semînerek bi dirûşma “Piştgirî û xurtkirina beşdariya jinan di pêşxistina pêvajoya hilbijartinê de” li Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarxist.   Semînera ku hate lidarxistin li ser du xalan bû. Mijara yekem li ser peymana civakî navika bingehîn a çareseriya aloziya Sûriyê ye û mijara duyem beşdaribûna jinan di pêvajoya hilbijartinê de hate bi dest girtin. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakrewanan destpêkir.   ‘Hilbijartin demokrasiyê piştrast kir’   Ji bo girîngiya hilbijartinê divê demê de raporek ji aliyê Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Olîda Ebdurahman Silêman ve hate xwendin. Di rapora hat wendin de ev yek hat gotin: “Serkeftin û pêşketina ku me îro bi dest xistiye, mîrateya zêrîn e ku me ji nimûneyên xwe yên mezin, şervanên jin û şehîdan xwe yên bi rûmet ên di têkoşîna xwe de bi israr bûn, wergirt. Em îro spasiyên xwe pêşkeşî şehîdên xwe dikin ku em hatin roja îro. Îro bi saya pergala Netewa Demokratîk, Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kir û bû pêşenga civaka xwe.   'Hilbijartin yek jî stûnên herî girîng ên demokrasiyê ye'   Tevkariya wê ya sereke ji bo piştgiriya jinan di cihên biryardanê de ye. Hilbijatinên ku îro wê werê lidarxistin delîla herî baş a demokrasiyê ye ku jinan li herêmê bi dest xistiye. Hilbijartin yek jî stûnên herî girîng ên demokrasiyê ye, ji vir û şûn de em li ser rola jinan di beşdarbûna hilbijartinê de radiwestin. Hilbijartin mijarek pir girîng e ku cara yekem jin li Sûriyeyê bi nasnameya xwe bi navê rêxistina jinan a weke Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbya beşdar dibin. Girîngiya beşdariya hilbijartinan pêvajoya demokrasiyê piştras dike. Em di nava tifaqeke ku ji 22 partiyan pêk tê de ne û ew jî tifaqa jin û gelan e. Ji bo azadiyê û di nav parêzgeh û herêma Cizîrê de gelek partî hene nêzîkî 37 partî xwedî lîsansin û ev jî şêweyekî demokrasiyê ye.”   Gelek jin tevli semînerê bûn    Di derbarê semînerê de Berdevka Meclîsa Qamişlo ya Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Welîde Hesen nêrîna xwe wiha anî ziman: “Îro em semînerek ji bo hilbijartinê lidardixînin. Me xwest di vê semînerê de du mijar bingeh bigirin ku peymana civakî û rola jin di pêvajoya hilbijartê de bû. Îro em her qala pêşengtiya jinê dikin ku rola jin di pêvajoya şoreşê de şêmber bû. Em îro bi saya şehîdên xwe hatin vê rojê. Di heman wextê de rola jin bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li tevahî cîhanê deng veda. Îro gelek jin beşdarî semînerê me bûn. Li tu cihê nedihat fikrandin ku jinên Kurd, Ereb û Suryan bibin yek, lê ev yek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger bû.   'Jinan namzeta xwe bi dengê xwe diyar kir'   Niha tişta herî girîng hilbijartine û di hilbijartinê de pêşengtiya jinê ye. Me weke jin di nava salên şoreşê de gelek serkeftin bi dest xist û îro bi hilbijartina şaredariyan re digihêje lûtkeyê. Îro bi pêşengtiya Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbya bi nasnameya xwe em beşdarî hilbijartinê dibin. Me pêşhilbijartin jî çêkir û jinan namzeta xwe bi dengê xwe diyar kir. Îro bêhna demokrasiyê li axa me û şênbere ku gel xwe namzeta xwe destnîşan dike. 22 partî beşdarî hilbijartinê dibe ku yek ji wan Partiya Sûriya Pêşerojê ye. Em herî dawî serkeftinê ji tevahî jinan re dixwazin û hilbijartinên me bi xêr û xweşî derbas bibe.”