Di 25’ê Hezîranê de dê li ber Konseya Ewropayê bin! 2024-05-29 09:06:46   Melek Avci   ENQERE - Ji bo çalakiya tecrîdê ku 12 sale li ber Konseya Ewropayê pêk tê, îsal di çarçoveya pêngavê de di 1’ê Hezîranê de wê çalakiya girseyî û 25’ê Hezîranê de jî li ber KE’yê çalakiyên dewrgirtina nobetê ya girseyî pêk bê.   Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ji 10’ê cotmeha 2023’yan heta niha didome. Kurd û dostên Kurdan li her derê cîhanê bang li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê(CPT) û Konseya Ewropayê (KE) dikin. Lê bêdengiya saziyan didome. Nobeta ber KE’yê ku di hezîranê de 12 salên xwe tije dike, wê bê navber bidome. Berdevka KCKD-E û pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çareserî" Zubeyde Zumrut, diyar kir ku di çarçoveya pêngavê de du bernameyên mezin li pêş wan hene.   Zubeydeyê diyar kir ku ji 10’ê cotmeha 2023’yan heta niha pêngav didome û wiha got: “25 sale li hember pergala Îmraliyê têkoşînek heye. Dema Rêber Apo radestî Tirkiyeyê hat kirin gelek kampanya hatin meşandin û têkoşîna vê hat dayîn. Lê ev dem bi dem bû. Pêngava 10’ê cotmehê di asta global de pêngavek azadiyê ye. Heta Rêber Apo azad nebe û tecrîd neşkê wê berfireh bibe. Kampanyayên pêngavê didomin û wê bidomin. Her roj aliyên cuda û Gelê Kurd, şexsiyetên girîng raportajan didin û tecrîdê qebûl nakin. Kurd tenê vê pêngavê nameşînin. Bi pêngavê re kelecanek mijara gotinê ye.”   ‘Her çalakiya em li Strazburgê dikin girîng e’   Zubeydeyê destnîşan kir ku asta yekemîn beriya mîtînga Kolnê bi gelek çalakî û bernameyan bidawî kirin û asta duyemîn jî di 1’ê Adarê de bi çalakî û kampanyayan meşandine. Zubeydeyê wiha anî ziman: “Çalakiyan di çapemeniya netewî de cih girt. Rayagiştî ava bû. Ket rojeva welatan. Bêguman ev bi vê naqedin. Dema asta duyemîn hat plankirin hinek plansazî li pêş me bû. Li pêş me Strazburg heye. Meş û mîtîng pêk hatin. Ev ji bo me girîng in. Di alî vexwendîkirian berpirsyarî û peywiran de a ji bo muxatabên li Ewropayê girîng e. Em banga berpirsyariyê li Konseya Ewropayê û CTP dikin.”   ‘Endama berxwedana 25 salan’   Zubeydeyê got Konseya Ewropayê û CPT pêkanîna dijhiqûqî tecrîdê nabîne û wiha pê de çû: “CPT tecrîdê qebûl dike lê dibêje bi sedenên siyasî daxuyaniyê nadin. CPT saziyek serbixwe ye. Lê mixabin di mijara Îmraliyê de tiştekî parve nake. Wek encama berxwedana ku Rêber Apo 25 sale li Îmraliyê dide, îro bi hezaran dost, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û parêzer di pêngava azadiyê de cih digirin.”   Çalakiya li ber  Konseya Ewropayê 12 sal li pey xwe hişt   Zubeydeyê axaftina xwe wiha domand: “Çalakiya li ber Konseya Ewropayê 12 sal li pey xwe hişt, tu gelî ev nekiriye. 12 aslan havîn û zivistanê nobeta azadiyê hat girtin û ev hewldan, têkoşîneke ku nehatiye dîtinê ye. Gel azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo de dibîne. Naskirina ziman, nasnameya xwe bi têkoşîna 50 salan a serokatiyê dibîne. Gel vejîna xwe bi Rêber Apo dibîne. Ji bo vê jî 12 sale bêyî şûnde gavê bavêjin têdikoşin.”   25’ê hezîranê de nobeta girseyî   Zubeydeyê destnîşan kir ku bi wesîleya ku dikevin sala 13’yan wê di 25’ê Hezîranê de bang û peyaman bidin û wiha anî ziman: “Dema nobet bê dewrkirin wê bi dostran re dîplomasî û komîteya têkiliyên derve dewr bigirin. Tevlibûneke girseyî wê pêk bê û em ê peyamên xwe bidin. Divê CPT demildest biçe grava Îmraliyê û daxuyaniyê bide. Divê Konseya Ewropayê berpirsyariya xwe bîne cih. 25’ê Hezîranê de wê çalakiya Strazburgê pêk bê. Dîsa 1’ê Hezîranê de wê bi pêşengiya yekitiya Hêza Demokratîk a li Ewropayê, li hemû welatên Ewroopyaê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê dakevin kolanan.”