ROJEVA 29'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-29 09:00:00     * Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras, bal kişand ser wêranî û talana AKP'ê û diyar kir ku bloke danîne sen hesabê wan. Hazal, destnîşan kir ku Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya ku ji aliyê qeymeqam ve hatibû girtin, ji nû ve vekirin. BI DÎMEN    * Jinên li Helebê yên bertek nîşanî cezayên dîsîplînê yên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên birîn, dan wiha gotin:"Bi ferzkirina cezayên dispilînê dixwazin me ji Rêbertî dûr bixin lê ev yek wê pêk neyê. Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe her tim tevli çalakiyan bibin." DÎMEN HEYE   * Parlamentera Hollandayî û Raportora Tirkiyeyê ya berê ya Yekitiya Ewropayê Katî Pîrî biryara Doza Kobanê wek mudaxaleya siyasî nirxand û got: “Biryarên mahkumiyetê xwe dispêrin hiqûqê. Lê ya esas ev daxwaza qesrê bû. Heta ku li dijî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê rêzdarî neyê nîşandan em ê bi hikûmeta Tirkiyeyê nikaribin hevkariyê bidomînin.” BI DÎMEN   * Li Colemêrgê ji ber krîza aborî di 4 mehên ewil yên 2024’an de 80 kargerî hatin girtin. Li Geverê esnafa bi navê Besna Oçuk ku 15 sal e cil û bergên herêmî didrû wiha got: “Ji ber krîza aborî gelek hevalên me dukanên xwe girtin. Wisa biçe em ê jî neçar bimînin dukanê bigirin.”  DÎMEN HEYE   * Ji bo çalakiya tecrîdê ku 12 sale li ber Konseya Ewropayê pêk tê, îsal di çarçoveya pêngavê de di 1’ê Hezîranê de wê çalakiya girseyî û 25’ê Hezîranê de jî li ber KE’yê çalakiyên dewrgirtina nobetê ya girseyî pêk bê. BI DÎMEN    *Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal ku bi çarçoveya çalakiyên ‘deng bide azadiyê’ tevli atolyeyên xwendinê bû wiha got: “Her ku fikrên birêz Ocalan tên xwendin, fêmkirina hejmara kesên bi paradîgma wî bawer dike zêde dibin.” Sosyalîst femînîst Feyzanur Yilmaz jî got: “Bi hepskirina kesekî ya di nav çar dîwaran de nikarin fikrên wî tecrîd bikin.” DÎMEN HEYE