Rûniştina mêrê Rozerînê qetil kir hat taloqkirin 2024-05-28 12:02:36     AMED - Rûniştina doza notirvan Ozcan Yildiz ê li Hênê Rozerîn Yildiz qetil kir, ji ber hinceta rapora mirinê ya Rozerînê li dosyayê nehatiye zêdekirin hat taloqkirin.    Li navçeya Hênê ya Amedê Ozcan Yildiz ê bi Rozerîn Yildiz re li ber hevberdanê bûn, Rozerîn qetil kir. 5'emîn rûniştina doza Ozcan jê tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ozcan tevli rûniştinê nebû. Parêzera Rozerînê, Dîcle Sumer, Wekîla Muduriyeta Amedê ya Xizmetên civkî û Malbatê û parêzerê Ozcan tevli rûniştinê bûn.     Daxwaza dewamkirina girtinê hat kirin   Dozgeriyê da zanîn rapora mirinê ya Rozerînê li dosyayê nehatiye zêdekirin û daxwaz kir ku kêmasiyên dosyayê bên tamamkirin. Her wiha dozgeriyê biryara dewamkirina girtina Ozcan da.    Parêzerên Rozerînê jî îştiraka mutaalayê kirin.    Dadgehê biryar da ku ji rapora mirinê ya Rozerînê muzekkere bê nivîsandin û rûniştin taloqî 30'yê Îlonê hat kirin.