Çeteyan li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir 2024-05-28 11:46:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta tirk li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir.   Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyekî bi navê Ebû Mehmûd El Esmer ê girêdayî ’Firqeya Sultan Murad’ duh li bajarê Efrînê destdirêjî li zarokekê kir.   Çavkaniyan dane zanîn ku zaroka destdirêjî lê hatiye kirin birin nexweşxaneyên bajarê Efrînê û rewşa wê nebaş e.