'Çalakiya herî demdirêj hêza xwe ji mafdarbûna xwe digire' 2024-05-28 09:02:25     Şehrîban Aslan   AMED - 29 sal in têkoşîna malbatan a lêgerîna li windayên xwe didome, Parêzer Berfîn Elçî, bal kişand ser têkoşîna xizmên windayan û got, "Ev çalakiya ku li Tirkiyeyê çalakiya herî demdirêj e, hêza xwe ji mafdarbûna xwe digire."   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji sala 1995'an û vir ve her sal dîroka di navbera 17-31'ê Gulanê de ku "Hefteya Windayan" e bi çalakiyên cûr bi cûr  pêşwazî dike. Nêzî 30 sal in ÎHD aqûbeta "wendayan" dipirse û daxwaza xwe ya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" tîne ziman. Li Stenbolê ku yek ji navendên ku ev daxwaz lê zêde ye, Dayikên Şemiyê di hefteya 1000’î ya çalakiya xwe de û li Amedê jî xizmên windayan di hefteya 800’î ya çalakiya xwe de banga xwe ya ji bo dîtina windaya berdewam kirin. Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Parêzer Berfîn Elçî têkoşîna bi salan e tê meşandin nirxand.   'Ji bo dîtina windayan tu xebat nayê kirin'   Berfînê da zanîn ku têkoşîna Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi daxwaza "Hûn sax in, em we sax dixwazin" bi salan e ji bo winda bê dîtin didome û destnîşan kir ku ev têkoşîn bi demê re veguheriye têkoşîna "kevirê gorê".  Berfînê got, “Her çend hestiyên hin windayên ku cenazeyên wan di gorên komî de hatibûn hatibin dîtin  jî li edliye û tiba edlî winda bûn. Ji ber ku hikûmet naxwaze vê rastiya wîndakirina di bin çavan de qebûl bike, winda nayên dîtin."   'Armanc parastina kiryaran e'   Berfînê anî ziman ku dewlet ji xizmên windayan dixwaze dest ji têkoşîna xwe berdin û destnîşan kir ku dema winda bên dîtin dewlet divê kiriyaran jî eşkere bike û got, "Dewlet ji ber ku naxwze kiryaran eşkere bike eqûbeta windayan jî eşkere nake."   'Dixwazin hem windayan hem jî kiryar bên jibîrkirin'   Berfînê diyar kir ku dewletê li şûna ku aqûbeta windayan eşkere bike hestiyên ku bi têkoşîna xizmên windayan hatibûn dîtin jî îmha kirin û wiha got: “Ji vir jî em dibînin ku armanca dewletê ya dîtina windayan nîne.  An jî eşkerekirina kiriyaran.  Berevajî vê, em dibînin ku dixwaze vê yekê veşêre û van mirovan bide jibîrkirin. Qada Galatasarayê ku di heman demê de cihê ku Dayikên Şemiyê lê li equbeta xizmên xwe yên winda digerin, ji aliyê dewletê ve li Dayikiyên Şemiyê hat qedexekirin. Hin dosyayên derbarê binçavkirinên windayan û kiryarên wan de hene."   'Dayikên Şemiyê dest ji têkoşîna xwe bernadin'   Berfînê anî ziman ku windakirinên di bin çavan de ji sûcên herî mezin ên li dijî mirovahiyê ne û wiha got: “Tevî vê yekê jî ev dosya yan bi bêcezakirinê bi encam bûn an jî bi cezayên gelek kêm bi encam bûn. Em dibînin ku dewleta divê bi windakirinên di bin çavan de rûbirû bê polîtîkayên xwe yên înkarê dewam dike.  Ev nîşanî me dide ku ji bo eşkerekirina çarenûsa mirovên ku bi salan berê hatine windakirin tiştek nehatiye kirin û sûcdar bê ceza têne hiştin. Dewlet hîn jî bi rastiya windayên di bin çavn de dixwaze civakê bixe nava tirs û bêhêvîtiyê, lê helbet neçar ku vê rastiyê rojekê eşkere bike. Ji ber ku Dayikên Şemiyê û mirovên Şemiyê wê dev ji têkoşîna xwe bernedin û ev têkoşîn wê bi ser keve.”   'Divê her kes bi be parçeyek ji vê têkoşînê'   Berfînê diyar kir ku xizmên windayan dixwazin windayên wan bên dîtin û kiryarên wan bên cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Dema ku Dayikên Şemiyê di 27'ê Gulana 1995'an de çûn Qada Galatasarayê jî bi dirûşma 'Bila windakirinên di bin çavan de bi dawî bên' dest bi çalakiya xwe kirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ket hefteya 1000'î. Çalakiya Xizmên Windayan a li Amedê li Parka Koşûyoluyê jî ku ji aliyê xizmên windayan û dayikan jî ku bi dirûşma 'Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin' hatibû destpêkirin jî didome û kêm maye ku bikeve hefteya 800'î. Bi sala ye ku xizmên windayan li windayên xwe digerin. Ev lêg erîna bi têkoşîneke meizin ku dewam dike wê heta windayê dawî jî bê dîtin bidome. Evçalakiya ku li Tirkiyeyê çalakiya herî demdirêj e, hêza xwe ji mafdarbûna xwe digire. Em bang li her kesî dikin ku di vê têkoşîna mafdar de cihê xwe bigirin."