ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-28 09:00:00     *29 sal in têkoşîna malbatan a lêgerîna li windayên xwe didome, Parêzer Berfîn Elçî, bal kişand ser têkoşîna xizmên windayan û got, "Ev çalakiya ku li Tirkiyeyê çalakiya herî demdirêj e, hêza xwe ji mafdarbûna xwe digire."   *Dayika Aştiyê Besna Gunay çalakiya "Dawî li tecrîdê bîne" nirxand û got, "Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pişt zarokên xwe bin. Bila herkes rabe ser piyan. Bila destê xwe bidin hev û edaletê bixwazin."  DÎMEN HEYE   *Jinên Curnê Reş ên berî hilbijartinên wê di meha hezîranê de dubare bibe axivîn diyar kirin ku tiştê bûye neheqî ye û gotin ew ê bi awayekî xurt xwedî li dengê xwe derkevin. DÎMEN HEYE   *Jinên li Helebê diyar kirin ku ew ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li berxwe bidin û heta azadiya wî wê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Jinan gotin:"Em hêza xwe ji Rêberê xwe digirin." DÎMEN HEYE