Li Bîstanê Bajêr ê Deniz Poyraz şitil hatin çandin 2024-05-23 16:02:04     WAN -  Bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê Bîstanê Bajêr ê Deniz Poyraz li Wanê hat vekirin. Li Bîstanê Bajêr ê Deniz Poyraz şitil hatin çandin.    Bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê li Taxa Hatuniye, Bîstanê Bajêr ê Deniz Poyraz li Wanê hat vekirin.  Ew ê 9 jinên li taxê dijîn li Bîstanê Bajêr ê Deniz Poyraz bixebitin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Kurt, Hevseroka Şaredariya Rêya Armûşe Canan Uzunay, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tevli vekirinê bûn. Li Bîstanê Bajêr ê Deniz Poyraz şitil hatin çandin.   Hevseroka Şaredariya Reyâ Armûşê Canan Uzunay, da zanîn li şaredariyên ji aliyê qeyûm ve dihatin birêvebirin gelek texrîbat pêk hatine. Cananê diyar kir ku ji bo ew şaredariyê têxin xizmeta gel dixebitin û wê projeyên wan ên ji bo jinan dewam bike.    Piştî axaftinan Bîstanê Bajêr ê Deniz Poyraz hat vekirin û şitil hatin çandin.   9 jin wê li Bîstanê Bajêr ê Deniz Poyraz bixebitin. Wê jin sebzeyên li vir bifiroşin û debara xwe pê bikin. Ji bo kooperatîfbûnê ev gava ewil a şaredariyê ye.