Girtiya nexweş Hanîfe Arslan sewqî nexweşxaneyê kirin 2024-05-23 13:07:50     WAN - Girtiya nexweş a giran Hanîfe Aslan ji bo rapora şandeyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê kirin.    Tevî hemû hewldanên ji bo berdana girtiya nexweş a giran Hanîfe Aslan (76) ji bo rapora tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê kirin. Nexweşiyên KOAH, made, tansiyona bilind û ziwabûna avê ya çok ên Hanîfeyê hene. Ji ber nexweşiyan Hanîfe li ser kursiya biteker jiyana xwe didomîne.    Parêzera Hanîfe dema di 26’ê çileyê de serdana wê kir Hanîfe sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê hatibû kirin. Nexweşxaneyê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kiribû.