Li Mêrdînê tecawizî zarokekê hat kirin 2024-05-23 12:45:20     MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê kesên nasnameya wan nehat diyarkirin tecawizî zarokekê kirin.   Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di saetên serê sibehê de zarokeke Sûriyeyî bi birîndarî hat dîtin. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê komên tendirustî û polîsan hatin cih êbûyerê. Zaroka ku got tecawizî wê hatiye kirin, ji bo bê dermankirin bi ambulansê birin Nexweşxaneyek li Mêrdînê.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, zarok birin Navenda Çavdêriyê ya Mêrdînê (ÇÎM) û li wê îfadeya zarokê hat giritn. Herwiha malbata zarokê jî ji bo îfadeyê anîn emniyetê.   Derbarê bûyerê de lêpirsîna hatiye destpêkirin didome.