Biryara doza Kobanê li Cenevreyê hat protestokirin 2024-05-22 19:01:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayên di doza Kobanê de li siyasetmedarên Kurd hatibû birîn, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê hate protestokirin.   Çalakiya rûniştinê ya gelê Kurd di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa NY a li bajarê Cenevre ya Swîsreyê didomîne, di hefteya 41’emîn de ye.   Di çalakiya vê hefteyê de ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve didome, cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedarên Kurd hatiye birîn, hatin protestokirin.. Piştre li ser navê ‘Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ Rodî Semsûr daxuyaniya çapemeniyê xwend.   Rodî Semsûr diyar kir ku zêdeyî 38 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û anî ziman ku ev îşkenceya tecrîdê di şexsê Abdullah Ocalan de li hemû gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelên demokrat ên cîhanê tê pêkanîn. Rodî wiha vegot: “Kurd wê îşkenceya tecrîdê qebûl nekin.Em bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dikin ku li hemberî tecrîdê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di dadgehên sexte de ku li hemberî serkeftina dîrokî ku zarokên gelê Kurd bi dest xistin, hatin avakirin siyasetmedarên gelê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin girtin.”   Piştî axaftinên Semsûr Kurdistanî çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.