Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 109’an de didome 2024-05-22 18:40:06   ENQERE - Emîne Şenyaşar di roja 109’an de nobeta xwe ya edaletê didomîne. Xizmên girtiyan çûn serdana emîneyê û peyama ‘em heta dawî ligel dayika Emîne ne’ dan.   Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 109’an de didome.   Xizmên girtiyan, parlamentera DEM partiyê Burcugul Çubuk û Serhat Eren ku ji bo hevdîtinê bi ozel kalem a Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin hatibûn, piştî hevdîtinê çûn esrdana Emîne Şenyaşar.   Xizma girtî Hanîfe Gumuş axivî û diyar kir ku Emîne Şenyaşar 6 sale çalakiya xwe didomîne û got ^dî bes e divê dawî li vê zilmê bê anîn.   Emîne Şenyaşar jî piştre axivî û da zanîn ku merhemeta yekî jî tuneye û edalet tuneye.   Xizma girtî Fehîme Poyraz jî piştre axivî û bertek nîşanê êş û kedera ku Emîne Şenyaşar bi salane dijî da û got: “Kurên wê qetil kirin, hevjînê wê qetil kirin. Kurekî wê girtiye. Ma ev edelete, ev qanûn e. Qe nebe wî berdin. Em ê heta dawî ligel dayika Emîne bin. Em êşa wê parve dikin.”   Xizma girtî Medîne Kaymaz jî axaftinek kir û berxwedana Emîne Şenyaşar silav kir û got ew têkoşîna wê pîroz dike.   Piştî sedanê Emîne Şenyaşar çalakiya xwe berdewam kir û derbasî meclîsê bû.    Nobeta Sevînç Çakir di roja 30’emîn de ye   Her wiha çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 30’emîn de berdewam kir.