'Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin' 2024-05-22 15:36:33     ŞIRNEX - Têkildarî Zelîha Ozkaplan a li Cizîrê hatiye qetilkirin TJA'yê daxuyanî da û got: “Bi felsefeya ‘Jin Jiyan azadî’ em ê mafê xwe yê parastinê mezin bikin û hesabê ji kujerên Zelîha û jinên hatine qetilkirin bipirsîn.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Zelîha Ozkaplan (25) ku dayika 3 zarokan bû û di 18’ê gulanê de li Cizîr a Şirnexê ji aliyê hevjînê xwe Haydar Ozkaplan ve hate qetilkirin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Cizîrê daxuyanî da.    Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Sema Erene ve hat xwendin. Semra, diyar kir ku di encama polîtîkayên hiqûqî yên hikûmetê de qetlîamên li dijî jinan tên rewakirin û wiha got: “Ji ber polîtîkayên îktîdara AKP-MHP’ê, tundiya li ser jinan a li Tirkiyeyê gav bi gav zêdetir dibe. Rejîma heyî zexta xwe ya li ser jinan girantir dike, cînayet û destdirêjiya li dijî jinan zêdetir dibe û kujer nayên cezakirin.”   Semra anî ziman ku ew ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê di çarçoveya têkoşîna xwe ya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hesabê van cînayetan bipirsin. Dayika Zeliha ji aliyê zilamê pêre hatiye zewicandin hate qetilkirin. Em ê vê sedsalê bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bikin sedsala jinê, mafê xwe yê rêxistinbûna civakî û xweparastinê pêş bixin. Û em dibêjin ku em ê hesabê Zelîha û jinên hatine qetilkirin bipirsîn.”