Malbatên şehîdan: Em ê şopdarên raman û felsefeya Rêbertî bin 2024-05-22 13:13:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê "Cezayên dîsplînê" ku dewleta tirk li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan birîne, şermezar kir û got: "Kesek nikare me ji Rêbertî dûr bixe û em ê şopdarên raman û felsefeya wî bin."   Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê li pêşiya navenda xwe ya li bajarokê Rimêlanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de "cezayên disîplînê" yên ku dewleta tirk li Abdullah Ocalan birîne, şermezar kirin.   Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl, xizmetguzarî, Meclisa Navçeyê, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tev li çalakiyê bûn.   Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Silêman daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta tirk siyasetên xwe yên "kirêt" li dijî Rêber Abdullah Oalan didomîne û rêxistinên mirovî û yên hiqûqî bêdeng in.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dirêjkirina dema tecrîdê tê wê wateyê ku dewleta tirk siyasetên qirkirinê li dijî gelan didomîne.   Di daxuyaniyê de helwestên navneteweyî, CPT û rêxistinên hiqûqî hatin şermezarkirin û bang hate kirin ku helwestên xwe careke din di ber çavan re derbas bikin, fişarê li dewleta tirk bikin ji bo ku tecrîda dermirovî ya li ser Abdullah Ocalan bi dawî bikin.   Di daxuyaniyê de îşaret bi armancên dewleta tirk ji siyasetên wiha hate kirin û hate got: "Dewleta tirk vê siyasetê didomîne, em jî jê re dibêjin, ev siyasetên te vîna me naşikîne. Dê têkoşînê mezintir bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û planên dijmin têk bibin."