ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'AN 2024-05-22 09:00:00   *Dayikên Şemiyê ku hezar hefteye li qada Galatasarayê lêgerîna edeletê didomînin, têkoşîna kesên jiyana xwe ji det dane li qadê tînin ziman. Bendewariya 33 salan a Dayika Berfo, xeyala goreke ser tije kulîlk a Elman Eren û hîna gelek dayikên Şemiyê, hêviyên xwe dubare dikin. (DOSYA)   *Ji rêveberiya DAD'ê ya Îzmîrê Semra Acar Madya der barê mufredata nû de axivî û da zanîn ku ev mufredata nû ji bo zarokên xwedî baweriyên cuda wê ‘qirkirina çandî’ biafirîne û ew ew ji bo hemû zarokan perwerdehiyeke laîk û azadîxwazin dixwazin. Semrayê got divê her kes bi hestiyar be û balkişand ser girîngiya têkoşînê. BI DÎMEN    *Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a kantona Efrîn-Şehbayê Roşîn Hido têkildarî dewamkirina binpêkirinên mafan û sûcên mirovahiyê yên li Efrînê got:"Li gor raporên dewletên navneteweyî ev hemû kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê, cureyên dagirkirin, qirkirin û binpêkirinê ne. Ev kiryar gihaştine asta şer, asta sûcên li dijî mirovahiyê. Sûcên binpêkirina mafan û mirovatiyê li Efrînê dewam dikin. Em ê jî têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê dewam bikin." BI DÎMEN