Li Helebê tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin 2024-05-21 19:33:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Parêzeran a Helebêˊcezayên dîsplînîˊ ên ku Tirkiyeyê bi armanca girankirina tecrîdê li dijî Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan derdixe, şermezar kirin.   Endamên Yekitiya Parêzeran a Helebê û yên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li pêşiya navenda TEV-DEM'ê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir.   Endamê Koordînasyona Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eladîn Xalid Kalo daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ˊcezayên derdîsplînî, derqanûnî û derdestûrîˊ yên li dijî Abdullah Ocalan, cezayên li dijî tevahî gelên bindest ên azadîxwaz in, bi taybetî cezayên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.   Her wiha di daxuyaniyê de bang li rêxistin û desteyên herêmî û navneteweyî di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Wezarî ya Ewropayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û CPT'ê hat kirin ku xwedî li erkê xwe yê qanûnî û mirovî derkevin û zextê li Tirkiyeyê bikin.