Li gumanbarê ku Hîlal qetil kir daxwaza cezayê muebetê 2024-05-21 18:07:22   MANÎSA - Li navçeya Şehzadeler a Manîsayê mêrê bi navê Onder Lafçi bi çekê Hîlal Sultan Kirgoz qetil kir. Di doza der barê gumanbar de hatibû vekirin de ji sûcên ‘ji qestî kes kuştin’, ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘çeka bê rûhsat li ser xwe gerandin’ cezayê muebeta giran hat xwestin.   Li navçeya Şehzadeler a Manîsayê  der barê gumanbar Onder Lafçi ku Hîlal Sultan Kirgoz qetil kiribû de cezayê muebeta giran hat xwestin. Runiştina li Yekemîn dadgeha ceza giran a Manîsayê hat dîtin. Malbata Hîlalê, gumbanbar Onder Lafçi û parêzerên aliyan tevli bûn. Dozger di runiştinê de mutalay axwe aşkera kir û  ji sûcên ‘ji qestî kes kuştin’, ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘çeka bê rûhsat li ser xwe gerandin’ cezayê muebeta giran xwest. Heyeta dadgehê der barê mutalaya dozger de dem da aliyan û runiştin taloq kir.