Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan 2024-05-21 16:23:11     STENBOL - Hat zanîn ku endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Sînem Erîş piştî hatiye girtin lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, bi erdê re hatiye kaşkirin û wê birine qawîşa edliyan.    Rêxistinên ciwanan di 18’ê gulanê de li navçeya Kadikoya Stenbolê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên hatine qetilkirin bi bîr anîn. Polîs êrişî bîranînê kir û 20 ciwan binçav kirin.   Hat zanîn ku ciwan bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911” hatine binçavkirin. Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Senem Erîş, endamê Hêzên Ciwantiya Şoreşger Gurdag Efe Tûnç, endamê Ciwantiya Nû ya Demokrat Volkan Atmaca û Tahsîn Aladag bi îdiaya “Berxwedana li dijî polîsan” hatin girtin. Senem Erîş birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Volkan Aymaca, Gurdaga Efe Tûnç û Tahsîn Aladag jî birin Girtîgeha Tîpa L 2 ya Maltepeyê.    Parêzerên ku çûne serdana ciwanan, diyar kirin ku ciwan ji dema hatine binçavkirin heya ew şandine girtîgehê, bi kelemçeya bi pişt ve hatine ragirtin. Herwiha parêzer dan zanîn ku tevî ciwan nexwestine wan xistine qawîşa girtiyên edlî.     Parêzerên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de serdana Senem Erîşê kirine anîn ziman ku hem di pêvajiya birina girtîgehê hem jî birina qawîşê de lêgerîna tazî lê ferz kirine.    Parêzer bi bîr xistin ku tevî ku Senem nexwestiye, wê bi darê zorê birine qawişa girtiyên edlî. Parêzeran da zanîn ku bi ser vê yekê Senem gotiye ku ew naxwaze têkeve nav qawişa edliyan û destnîşan kirin ku Senem gotiye heke hewce be ew dikare di qawişa yekkesî de jî bimîne. Parêzer anîn ziman ku dema Senem li dijî helwesta polîsan li ber xwe daye, midûrê girtîgehê bi 15 gardiyanan ve Senem bi erdê re daye kaşkirin.”    Herwiha parêzer diyar kirin ku piştre gardiyan hatine ber deriyê qawişa Senem û pirsa “Gelo tu bisilman î” jê kirine.    Parêzer ragihandin ku Volkan Aymaca, Gurdaga Efe Tûnç û Tahsîn Aladag birine Girtîgeha Tîpa L2 ya Maltepeyê di qawişên cuda yên edliyan de tên ragirtin.