Kongra Star li dijî qetilkirina jinan daxuyanî da 2024-05-21 13:31:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê, bi daxuyaniyekê balkişand ser qetilkirina jinan û banga darizandina kujeran kir.   Kongra Star a bajarê Til Temirê li Kantona Cizîrê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina jinan daxuyaniyek li Saziya Malbatên Şehîdan dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Kongra Star Hiyam Yûsif ve hat xwendin, bi dehan jin, endam, rêveberên sazî û meclisê amade bûn.   Banga darizandina sûcdaran û dawîkirina tundiya li ser jinan hat kirin   Daxuyanî bi şermezarkirina sûcên ku jin pêre rûbirû dimîne destpêkir û wiha dewam kir: "Jin di civaka me de hîn jî rûbirûyê êrîş, tundî û zayendperest tê, ku armanc ji van cûreyên êrîşan ew e ku pêşî li pêşketina jinan bigirin û wê careke din vegerînin jiyana koledariyê û hîn bêtir wê bi tundiya fîzîkî û derûnî re rûbirû bihêlin. Jin wê qebûl nake, ji ber hişmendiya mêrsalar û êrîşên dewleta tirk a dagirker êdî jin dawî li jiyana xwe tîne. Meryem Şêx Elî Ibrahîm a ku li gundewarên bajarê Til Temirê li mala xwe darvekirî hate dîtin, heta niha sedemên qetilkirina wê nediyar e, ji lewra em sûcdarê yekemîn hişmendiya mêr berpirsiyarê yekem dibînin. Em ji vir bang li darizandina sûcdaran dikin."   Daxuyanî bi diruşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.