ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-21 09:00:09     *Welatiyên li kantona Şehbayê dimînin diyar kirin ku dewleta tirk zeviyên wan bi zaneyî dişewitîne da ku welatî bêçare bimînin û wiha gotin:"Dewleta tirk zeviyên me dişewitîne. Bi vê re dixwaze carek din berê me ber bi koçberiyê ve veke lê em bi axa xwe ve girêdayî ne. Wê daxwaza dijmin bi israr û berxwedana me pêk neyê. " DÎMEN HEYE   * Endama PM'a DEM Partiyê Aysel Bataray derbarê niqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû de axivî, diyar kir ku di van niqaşan de divê ji nêrîna jinan re girîngî bê dayîn û got, "Bêyî nêrîna jinan ne destûreke bingehîn a baş dikare bê çêkirin û ne jî derbarê jinan de biryarên baş dikarin bên dayîn." DÎMEN HEYE   *Dayikên Şemiyê ku 29 sal berê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin bipirsin çûn Qada Galatasarayê, qad veguherandin cihê bîranînê û bûn nivîskarên dîrokê yên ku ev bîranîn zindî hiştin. DOSYA   *Carinan mirov di rûpelên pirtûkekê de wêneyekî ji hêviyê hatibe afirandin li hinek qadan dibîne û hêzê jê digire. Ger di wî wêneyî de germahiya parastina ziman, wêje, çand û hunera te hebe wê demê ew wêne dibe çavkaniya hestên te yên kurdewar. Ev wêneyê şanaziyê li 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê derket pêşberî min û di binê hişê min de bibîranîneke xweş hişt. ÇAVDÊRÎ....