Dîlana hat berdan bi gulberojan hat pêşwazîkirin 2024-05-20 21:47:29   STENBOL - Dîlan Cûdî Saruhan a ku tabloya wê ya bi navê "Gulên Rojê" ji ber mezinahiya wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehat dayîn, piştî 7 salên dîlgirtinê ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat berdan, hevalên wê Dîlan bi kulîlkên gulberojê pêşwazî kirin.   Dîlan Cûdî Saruhan a ku di 13'yê Kanûna 2017'an de dema xwendekara Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Marmarayê bû bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" hatibû girtin, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê piştî 7 salan hat berdan.   Dîlan ji aliyê aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), rêveberên bajêr û navçeyan DEM Partî Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Marmarayê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MATUHAYDER) û malbata wê ve bi çepikan hate pêşwazîkirin.   Dîlan ê piştî ji girtîgehê derket wiha axivî: “Hevalên me di hundir de hene, heta ew dernekevin wateya azadiya me nîne.