Xwebûn bi manşeta 'Cezayê tolhildanê' derket 2024-05-20 13:04:16      NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 231’yî ya Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Cezayê tolhildanê" derket.    Rojnameya Xwebûnê di hejmara vê hefteyê de mijara biryara Doza Kobanê girt dest û bi manşeta “Cezayê tolhildanê" derket.    Rojnameyê di rûpela Jinê de jî bi sernavê “Ji bo jiyana rast, têkoşîna rast!” cih da nivîsa Eylem Şoreş. Eylem Şoreş, di nivîsa xwe de behsa pengava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” kir û qala têkoşîna jinên êzidî kir. Her wiha di heman rûpelê de Nalîn Aslan jî bi sernavê "Zimanê dayikê" behsa xurtkirina zimanê dayikê kir.   Derbarê biryara Doza Kobanê de parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren ji rojnameyê re axivî.    Her wiha Fermandara Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) Sîdar Hesekê pirsên rojnameyê bi berfirehî bersivand û bal kişand ser têkoşînê.    Adar Gulan vê heftê bi sernavê "Zimanê azad jiyana azad e" û Rizoyê Xerzî jî bi sernavê "Li Rojava perwerdeya bi zimanê zikmakî" bal kişandin ser zimanê dayikê.    Nivîsên Kurdistan Lezgiyeva a bi sernavê "Asyaya Navîn û Rûsya" û Mehmet Şahîn "Ziwan û raman de kultur" vê heftê di rojnameyê de cih girt.    Her wiha di rûpela kirmancikî de jî nameya siyasetmedar Nûrhayat Altun a ku hefteya borî serbest hatibû berdan, di 15'ê Gulanê de ji Girtîgeha Kocaeliyi ji rojnameyerê şandibû hat dayîn.    Jîn Aryen jî di nivîsa xwe de bahsa Mestûre Kurdistanî kir.