Li Şengalê xwendevanan karnameyên xwe wergirtin 2024-05-20 09:39:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê dibistanên zimanê Kurdî yên bi bi tîpên latînî perwerdeyê dibînin, ketin betlaneya salê û xwendevanên dibistana Şehîd Şengal ên li navenda Şengalê karnemeya xwe girtin û yekemînên refan jî xelat wergirtin.   Ji sala 2015’an ve 7 dibistanên Kurdî (Latînî) yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê zimanê Kurdî bi tîpên latînî perwerdeyê didin zarokan. Li hinek dibistanan heya refa 12’an jî xwendin heye. Li hinek dibistanan heya refa 7 xwendin heye.   Duh merasîma bi dawî hatina werza perwerdeya zivistanê bi gotina sirûda ‘Êzidxan’ destpêkir. Piştre mamoste destpêkê karnameyên yekemînên 7 refên dibistana Şehîd Şengal li gel xelatê da xwendevanan. Paşê xwendevan bi kêfxweşiyeke mezin karnemeyên xwe girtin.