Biryara Doza Kobanê hat protestokirin: Kobanê rûmeta me ye 2024-05-18 14:21:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayên di Doza Kobanê li siyasetmedaran hatin birîn li gelek deveran hat protestokirin û wiha hat gotin: "Em biryara ku hatî dayîn nasnakin û Kobanê rûmeta me ye."    Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, hate lidarxistin. Cezayên giran ên li siyasetmedaran hatin birîn. Derbarê cezeyên giran de li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.    Şirnex   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê biryara Doza Kobanê li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen metna daxuyaniyê xwend. Abdullah Gungen, anî ziman ku vê biryarê nîşan daye ku AKP û MHP’ê li cem DAIŞ’ê cih digirin û wiha got: “Biryara hatiye dayin nîşana wê yekê bû ku yan dê alîgirê gel û demokrasiyê bin, yan jî dê bibin aliyê DAIŞ û faşîzmê. Dadgehê jî aliyê xwe weke DAIŞ û faşîzm nîşan da. Em careke din vê dibêjin; em tu carî destûrê nadin faşîzmê. Em di serdemeke wisa de ne ku li dijî faşîzmê divê zêdetir mil bi mil bisekinin. Em van ceza û biryaran nas nakin."   Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî bi lêv kir ku îktîdara AKP-MHP’ê bi sala ye dijminatiyê li kurdan û dostên wan dike û wiha axivî: “Pergala di serdema Dadgehên Îstîklalê de îro jî didome. Lê em ê li dijî vê dijminatiyê têbikoşin.”   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî bi stran û dirûşman bi dawî bû.    Hatay    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê jî têkildarî mijarê li pêşiya konteyniran daxuyanî da û biryar protesto kir. Gelek parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkun Selçuk di daxuyaniyê de wiha got: “Kesên aştiya civakî û siyaseta demokratîk daxwaz dikin nayên cezakirin. Pêdiviya vê erdnîgariyê bi aştiya civakî heye. Divê komara ku ev 100 sal in polîtîkayên red û înkarê didomîne, dawî li vê bîne. Divê daxwaza hemwelatiya wekhev a kurdan, elewiyan, jinan, netewe û pêkhateyên cuda bên dîtin û ji bo bicihanîna vê daxwazê li polîtîkayên aştiyane vegerin. Divê bi destê darazê muxalîf neyên tepisandin. Weke parastvanên mafên mirovan em ê Doza Kobanê bişopînin. Em ê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bidomînin.”