'AKP îdeolojiya xwe bi perwerdê belav dike' 2024-05-18 09:03:37     WAN - Mufredata perwerdê bi navê ‘Modela Maarîf ya Sedsala Tirkiyeyê’  carek din hat guhertin.  Hevseroka Egîtîm Senê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku ev berhema xebata 10 salan e û got AKP îdeolojiya xwe bi perwerdehiyê belav dike.   Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) di 26’ê Nîsana 2024’an de  mufredata nû bi rayagiştî re parve kir. Di dema AKP’ê de 8 wezî r û 17 caran mufredat guherî. Bi guherîna dawî ya hatiye kirin re wê dema nû ya 2024-2025’an de  mufredat bikev meriyetê.   Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGÎTÎM-SEN) ya Wanê Funda Demîr Bozkurt der barê mijarê de nirxandin kir.    ‘Ev berhema xebata 10 salan e’   Fundayê da zanîn ku mufredat di esasê de belgeyek perwerdehiyê ya di asta destura bingehîn de ye û wiha got: “Mufredat berê ji aliyê MEB’ê ve wek pêşnûme hat pêşkêşkirin û piştî demekê ji rayagiştî re hat aşkerakirin. Ji bo hîndekaran demek hat dayîn ku nêrîn û rexneyên xwe bêjin. Lê em vê baş dizanin ku mufredata hatiye amadekirin berhema xebata 10 salan e.”   ‘AKP îdeolojiya xwe belav dike’   Fundayê wiha dirêjî dayê: “AKP’ê di dema desthilatdariya xwe de sê caran bi awayekî cidî mufredat guhert. Dem bi dem guherînên biçûk kir. AKP dixwaze îdeolojiya xwe bi civakê entegre bike û vê jî bi hevkariya perwerdê dike. Ji ber perwerde pêvajoyên guherînê ne. Dixwazin xwe li ser civakê wisa empoze bikin.AKP ji ser perwerdê dixwaze îdeolojiya xwe  dane holê. AKP pêvajoya 10 salan de vala nema. Referansê xwe jî baş dizane. Bi guherîna mufredatê dixwaze  feraseta perwerdehiya xwe biafirîne. Ev bernameyek perwerdê ya ku ol têde zêde ye. Guherîna mufredatê tenê nayê awteya guherina metaryalên dersan. Heman demê wê ji bo kîjan qadan mamoste bê tayînkirin, ji kîjan branşan zêde bgetalî hebe û zêde tayînkirin hebin jî derkevin holê.”   ‘Wê newekheviya zayendî jî giran  bike’   Fundayê destnîşan kir ku ew li dijî gelek nokteyên mufredata nû ne û wiha daxuyand: “Akademîsyenên ev lêkoLîn kirin gotin ev bernameya mufredata nû zextxwire û newekheviya zayendî ya civakê giran dike. Ji ber vê em li dijî vê bernameyê ne. Di carekê de MEB’ê ev pêkanîn derxist pêşberî me. Dema ev biryar tên girtin bêyî ku nêrîn û pêşniyara tu sendîka, malbat, xwendekar û kedkarên perwerdê bê girtin hatine kirin.Di dersên Tirkî, Îngîlîzî û Wêjeyê de pergala ezmûnê ya sê astî anîne.  Di ezmûnekê  ji sedî 50, di ezmûna din de ji sedî 25 û di ya din de jî ji sedî 25 tê girtin û encama ezmûnê wisa dertê holê.”   ‘Em bi ferasta bazirganiyê re tên rû hev’   Fundayê diyar kir ku di demên dawî de pergala perwerdehiyê bi awayekî zelal bi polîtîkayên neolîberal tê bazirganîkirin û her ku serkfetina navbera ezmûna navendî û pîvana dibistanê de zêde dbie xwendeka rû malbat jî wê bi feraseta bazirganiyê re bên rû hev. Fundayê wiha berdewam kir: “Berê malbat û xwendekaran didin dersxane û dibistanê taybet. Yanî bi awayekî ev jî aliyê sermayê yê perwerdê ava dike. Ev jî kalîteya perwerdehiyê dixîne. Pergala nû ya perwerdê mixabin çanda serîtewandinê jî bi xwe re tîne.”