ROJEVA 18'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-18 09:00:00     *Jinan bertek nîşanê biryara ji doza Kobanê derketiye dan û diyar kirin ku ew vê biryarê nas nkin û serî natewînin. DÎMEN HEYE   *Dayikên Aştiyê yên Rihayê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku divê tecrîd demildest bê rakirin. DÎMEN HEYE   *Mufredata perwerdê bi navê ‘Modela Maarîf ya Sedsala Tirkiyeyê’ carek din hat guhertin. Hevseroka Egîtîm Senê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku ev berhema xebata 10 salan e û got AKP îdeolojiya xwe bi perwerdehiyê belav dike. DÎMEN HEYE