Ji doza Summeye Gok a TJA’yî biryar derneket 2024-05-17 21:54:05   ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Summeye Gok û endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê M. Mîraç Dînç ku piştî Suleyman Soylu hedef girtibûn hatin girtin, runiştina wan ya biryarê hat taloqkirin.   Li Cizîr a Şirnexê li taxa Cudî di 4’ê Kanûna 2021’ê de  di êrîşa çekdarî ya li hember birayê serokê navçeyê yê AKP’ê Cîhan Guven de, Tahîr Guven jiyana xwe ji dest dabû û der barê mirinê de doz hatibû vekirin. Biryara runiştinê hat taloqkirin. Piştî ku wezîrê karê hundir yê berê Suleyman Soylu endama TJA’yê Summeye Gok û endamên meclîsa ciwanan a hDP’ê M. Mîraç Dînç û du kesên ddin bi îdiaya ‘ji qestî kes kuştin’, ‘yekitiya dewletê xerakirin’ hatin girtin.   Biryara runiştina dozê li 2’emîn dadgeha ceza giran a Şirnexê hat dîtin. Summeye Gok. M.Mîraç Dînç tevli runiştinê nebûn û parêzerê wan tevli bûn. Heyeta dadgehê runiştin taloqî 17’ê Tîrmehê kir.