Ji Kobanê bang kirin: Girtiyên Doza Kobanê rûmeta me ne 2024-05-17 20:55:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê bi sedan kes li dijî biryara daraza Tirkiyeyê ya der barê ’Doza Kobanê’ de daketin qadan û peyama ’Girtiyên Doza Kobanê rûmeta me ne’ da.   Li bajarê Kobanê bi sedan kes bi meşekê  biryara Tirkiyeyê ya di ’Doza Kobanê’de  şeremzar kir.     Şêniyan ku dirûşma ‘Girtiyên Doza Kobanê Rûmeta ne ne’  berz kir ji Qada Jina Azad dest bi meşê kir.Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yên girtiyên siyasî hatin hildan û bê navber dirûşma "Berxwedan jiyan e" hat berzkirin.   Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtingê. Li vir hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê ya kantona Firatê Enwer Mislim axivî û got: "Tifaqa AKP/MHP`ê bi êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê xwestin piştgirya terorê bikin. Bi dehan caran jî gotin Kobanê ket û li ber ketinê ye. Lê Kobanê li ber xwe da û bi ser ket. Gelê Bakurê Kurdistanê jî rêya serhildanê li gel Kobanê girtin. Ew yek jî ji dewleta Tirk re bû kîn. Lê tevahî cîhan bi Kobanê re bû yek û serkeftin jî misoger kir."   Li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê jî Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Tirkiye bi van biryaran dê nikaribe xeta azadiyê û berxwedanê ya gel tune bikin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li dijî êrişa terora reş a li ser Kobanê gelê me yê Bakurê Kurdistanê ji bo berxwedaniya Kobanê rabûn çalakî û serhildanê. Tevahî partiyên me yên siyasî ji bo piştgirya gelê me rabûn û dest bi çalakiyan kirin. Ew şervanên ku ew teror têk birin, dibin hedefa dewleta Tirk. Hikumeta Osmanî ya nû li dijî qanûnê ye."