Edene û Mêrsînê çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’ 2024-05-17 16:48:14     EDENE/MÊRSÎN - Xizmên girtiyan li Edene û Mêrsînê bi çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin”, xwestin tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin.   Çalakiya xizmên girtiyan a “Tecrîdê bi dawî bikin” a bi daxwaza tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin, pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk were çareserkirin, didome. Çalakvanên xwestine li Edene û Mêrsînê ber bi avahiyên AKP’ê ve bimeşin, lê bi hincetên qedexeyên walîtiyan ve hatin astengkirin. Xizmên girtiyan di çalakiyên xwe de xwestin tecrîd were bidawîkirin.    Edene   Çalakiya Edeneyê ya ku çalakvan dixwestin li pêşiya avahiya AKP’ê li dar bixin, ji hêla polîsan ve hate astenkirin. Rêveberên Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Edene Akdenîzê (AYKAY-DER) tevli çalakiyê bûn. Polîsan li derdorên avahiyê AKP’ê ji 100 metre dûr ve tevdîrên ewlehiyê girtin û ji bo vê yekê jî hinceta biryara qedexeya walîtiyê ya çalakiyan nîşan dan.    Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr destnîşan kir ku dema tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate rakirin dê pirsgirêk çareser bibin. Seyfettîn da zanîn ku aştî dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan bibe.   Girse demekî çalakiya rûniştinê li dar xist.    Mêrsîn    Li Mersînê çalakiya TÛAY-DER, DEM Partî û xizmên girtiyan, bi hinceta qedexeya çalakiyan a 4 rojan a Walîtiyê hate astengkirin. Çalakvanan astengî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, çepik û tililiyan protesto kir.    Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca bertek nîşanî astengkirina ji aliyê polîsan ve da û anî ziman ku biryara qedexeyê bi talîmatekî siyasî hatiye girtin. Perîhanê bang li polîsan kir ku ne bi talîmatan, bi qanûnan tevbigerin û ev tişt gotin: “Walîtî sûc dike. Em ji vir careke din tînin ziman ku sûcê Walîtiyê astengkirina heq û hiqûqê ye û dijminatiya vî gelî dike. Heye ku li vî welatî aştî tê pêkanîn, heya ku jiyanekî bi ser bingeha hemwelatiya hevpar tê avakirin, em ê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de li qad û kolanan bin.”    Piştî daxuyaniyê çalakî bi çepik û tililiyan dawî bû.