Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Helebê meş hat lidarxistin 2024-05-17 10:59:35   HELEB - Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên bi çekên kêmyewî yên li ser têkoşerên azadiya Kurdistanê ciwanên Helebê meş li dar xistin.   Bi dirûşma "Li dijî îxanet û dagirkeriyê cenga azadiyê bi ser bixe" Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên bi çekên kêmyewî yên li ser têkoşerên azadiya Kurdistanê, meşek li dar xistin. Meşê ji pêşiya jêrzemîna 8'ê Adarê ya ku dikeve bakurê taxê dest pê kir û ber bi taxên rojhilat herikîn.   Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bimre îxanet" ," Rêber Apo Serokê me" hatin berzkirin. Li çarxereya Rêber Apo ya ku dikeve milê rojhilata taxê meş bi dawî bû .