‘Divê têkoşîna Emîne Şenyaşar tenê neyê hiştin’ 2024-05-17 09:05:00   Elfazî Toral   STENBOL-Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolarî û parêzer Ayşe Ozdemîr der barê komkujiya li hember malbata Şenyaşar pêk hatiye axivîn û gotin: “Em her tim li gel têkoşîna edeletê ya Emîne Şenyaşarin. Hewcedariya civakê jî bi edeletê heye. Ji bo vê em kesên têkoşîna hiqûqê didin jî piştgiriyê didin daxwaza Emîneyê û divê her kes gûh bide vê bangê. Divê her kes di 24’ê Gulanê de li ber wezaretê bin û piştgiriyê bidin daxuyaniya Emîne Şenyaşar.”    Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar li ber avahiya edliye û serdozgeriya komarê ya Rihayê 846 rojan nobeta edeletê girtin, piştre, Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê.Nobet, di roja 106’an de didome.Emîne ku rojên borî de li meclîsê axivî da zanîn ku wê 24’ê Gulanê de li bre wezaretê daxuyaniyekê bidin û banga ‘ez ji her kesî re edeletê dixwazim. We hemûyan ji bo edeletê dipêm ber wezareta dadê.”    Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî û parêzer Ayşe Ozdemîr der barê têkoşîna edeletê ya Emîne Şenyaşar û daxuyaniya wê 24’ê Gulanê de bê dayîn bang kirin û wiha gotin: “Em ligel têkoşîna malbata Şenyaşarin.Divê her kes bibe hevkarê vê têkoşînê.”    ‘Li hember malbatê komkujî pêk hat’   Gulserenê da zanîn ku lêgerîna edeletê ya Emîne Şenyaşar pir girînge û got: “Ji roja têkoşîna wan destpê kiriye em ligel wan bûn. Li Tirkiyeyê çanda bêcezahiştinê gihiştiye asta herî jor. Em dizanin ku kesên van sûcan dikin çawa tên xurtkirin. Li hember malbatê komkujî pêk hat. Tevî gumanbar diyarin nehatin cezakirin. Gumanbar bi awayên cuda tên parastin.”   Em ligel têkoşîna edeletê ne’   Gulserenê têkoşîna dayikên şemiyê, malbatên Qezaya Trînê ya Çorluyê bibîr xist û wiha domand: “Lêgerîna edeletê ya malbatan heye. Em ligel hemû malbatên têkoşîna edeletê didin e. Dema sûcekî xwe digihîne dewletê an jî têkiliya dewletê pê hebe bêcezahiştin heye. Edelet pêk nayê. Em ê her tim il alî edeletê bin. Em ê li alî têkoşîna edeletê ya malbatan bin.Emîne Şenyaşar wê di 24’ê Gulanê de li ber wezaretê daxuyaniyê bide. Em dixwazin hemû parêzvanên maf piştgiriyê bidinê.Hewcedariya hemû civakê bi edeletê heye. Em di her şert û mercî de ligel Emîne Şenyaşarin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev daxuyanî ji bo edeletê wê gavek be. Divê hemû saziyên civaka sivîl piştgiriyê bidinê.”   ‘Gumanbar nayên dîtin’   Parêzer Ayşe Ozdemîr jî destnîşan kir ku hem li Tirkiye hem jî li cîhanê zemînek sîstematîk ya pratîkên bêcezahiştinê heye û wiha bi lêv kir: “Li şûna normên hiqûqî rêveberiyên zextxwir normên tedbîrê ku ji bo bêcezqahitşinê pêk tînin.  Dema em li polîtîkayên bêcezahiştinê dinêrin,em dibînin ku gunanbarên sûc dikin nayên cezakirin û bê ceza tên hiştin. Polîtîka bê cezahiştinê jî teşeyê tundiyê ye.Gumanbar tên parastin. Em dinêrin li  Kurdistanê ev pir zêde pêk tê. Dewlet gumanbarên dibin sedema binpêkirina maf nabîne û hiqûqê ji holê radike. Em dikarin gelek mînakên polîtîkayên bêcezahiştinê nîşan bidin. Emîne Şenyaşar 6 sale têdikoşe. Ew êdî bûye sembol. Du kurê wê û hevjînê wê bi awayekî hovene hatin qetiklirin.”   ‘Divê Emîne Şenyaşar tenê neyê hiştin’   Ayşeyê wiha dawî lê anî: “Em di pêvajoyeke ku hiqûq pêk nayê, edelet cihê xwe nagire, biryarên DDB’ê jî pêk nayên de derbas dibin. Parlamenterekî endamê partiya desthilatdariyê û malbata xwe komkujiyek wisa dikin. Lê daraz pêk nayê. Ev jî her tiştî nîşan dide. Têkoşîna edeletê ya Emîne Şenyaşar veguheriye sembolê û bi israrek mezin têkoşîna xwe dimeşîne. Divê Emîne Şenyaşar tenê neyê hiştin. Divê her kesê têkoşîna hiqûqê didin deng bidin Emîne Şenyaşar.”