ROJEVA 17'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-17 09:00:00     *Bi dirûşma "Rêxistinkirina Jin û Civakê Misogeriya Azadiya Rêber Apo ye" yekem kongra PYD'ê li Helebê hat lidarxistin. Jinên tevli kongreyê bûn wiha gotin:"Tevî hemî astengî û siyasetên ku tên meşandin dîsa me kongreya xwe li dar xist. Armanca me ya yekem a vê kongereyê ew e ku em bikaribin xwe bigihînin hemî jinên di civakê de. Em dixwazin wan bi rêxistin bikin û PYD'ê bi wan bidin naskirin."  DÎMEN HEYE   *Jinên Siyasetmedar ku bertek nîşanî biryara Doza Kobanê dan, diyar kirin ku parastina Kobanê Meşrû ye, tu hukmê biryarê tune ye û gotin ku ew ê têkoşîna ked û azadiyê bidomînin. DÎMEN HEYE   * Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglu ji bo hilbijartinên 2’ê Hezîranê yên li Curnê Reş pêk tên bang kir û got wê biserkevin. Semayê bang li hilbijêrên bi tevger ku wek karkerên demsalî çûne bajarên din kir. DÎMEN HEYE   *Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolarî û parêzer Ayşe Ozdemîr der barê komkujiya li hember malbata Şenyaşar pêk hatiye axivîn û gotin: “Em her tim li gel têkoşîna edeletê ya Emîne Şenyaşarin. Hewcedariya civakê jî bi edeletê heye. Ji bo vê em kesên têkoşîna hiqûqê didin jî piştgiriyê didin daxwaza Emîneyê û divê her kes gûh bide vê bangê. Divê her kes di 24’ê Gulanê de li ber wezaretê bin û piştgiriyê bidin daxuyaniya Emîne Şenyaşar.” DÎMEN HEYE