Li Wanê hewldana qetilkirina jinekê 2024-05-16 17:31:49     WAN - Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê mêrê bi navê Sultan Beyaz hewl da jina pê re zewicandî L. Beyaz qetil dike.   Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê mêrê bi navê Sultan Beyaz yê 80 salî hewl da jina pê re zewicandî L.Beyaz bi kêrê qeil dike. Zarokên L. Agahî dan polîsan û ekîbên hatin cihê bûyerê L rakirin nexweşxanê.   Gumanbar Sultan Beyaz jî hat binçavkirin.  Gumanbar di îfadeya xwe de hewl da xwe paqij derxîne. Hat hînbûn ku kirariyên binçavkirinê didomin.