Li Swîsreyê pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî 2024-05-16 10:42:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Lozan, Cenevre û Gossaû yên Swîsreyê Cejna Zimanê Kurdî bi panel, semîner, dersên Kurdî û stranên Kurdî hate pîrozkirin.   Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî li bajarên Lozan, Cenevre û Gossaû yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.   Lozan   Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî panelek hate lidarxistin. Dilber Hema moderatorî ji panelê re kir, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û anî ziman ku derbasbûna zimanê Kurdî li alfabeya Latînî ku Celadet Bedirxan pêşengî jê re kir di asta şoreşê de ye.   Di panelê de bi Kirmanckî û Kurmancî pêşkêşî hatin kirin. Di panelê de sînevîzyoneke kurt têkildarî jiyana Celadet Alî Bedirxan hate nîşandan.   Çalakî bi dersa Kurdî ya temsîlî bi dawî bû.   Cenevre   Li bajarê Cenevreyê jî pîrozbahî li salona konferansê ya Mahatma Gandhî hate lidarxistin.   Siyasetmedar Osman Çelîk û Hevseroka Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Fatma Şik beriya pîrozbahiyê axivîn û qala dîroka zimanê Kurdî kirin.   Piştî panelê dîwana dengbêjan hate danîn. Pîrozbahiyê bi stranên Komîsyona Çandê dewam kir.   Gossaû   Kurdistaniyên li Kantona St. Gallenê jî li bajarê Gossaûyê bi heman wesîleyê bi beşdariya nivîskar Gernas Koçer semînerek lidar xistin.