Nurhayat Altun a hat tahliyekirin: Me jiyan esas girt! 2024-05-16 09:55:54     Elfazî Toral   STENBOL - Hevşaredara berê ya Dersimê  Nurhayat Altun a ku piştî 7 sal û 5  mehan girtî ma û piştre hat berdan got, "Me li girtîgehê bi hevrêyên xwe yên jin re jiyan esas girt. Li dijî polîtîkayên tecrîdê ku li ser me pêk dianîn me sekneke bi hêz nîşan da."   Hevşaredara Dêrsimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrhayat Altun a ku di 17'ê Mijdara 2016'an de  qeyûm tayînî şûna wê hat kirin  û hatibû girtin, piştî ku 7 sal û 5 mehan girtî ma ji Girtîeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê duh hat tahliyekirin. Nurhayat a ku hat tahliyekirin ji JINNEWSê re axivî.   Li aliyekî xemgînî, li aliyê din jî kêfxweşî   Nurhayatê, anî ziman ku ew bi salan weke her girtiyek di nava çar dîwaran de dijî û anî ziman ku ji derketina derve kêfxweş bûye, Lê ji ber ku hevalên xwe li hundir hiştine jî xemgîn bûye. Nurhayat got, "Ez ne dikarim dilşad û ne jî xemgîn bibim, mîna ku di nav xireciriyê de bim. Lê belê em li ku bin, di çi şert û mercan de bin jî hişê me her tim azad e." Nûrhayatê destnîşan kir ku li girtîgehê hewl tê dayîn îradeya girtiyan bişkînin û destnîşan kir ku li hemberî her têkoşînê bi taybet têkoşîna jinan êrîş heye."   Her der qada têkoşînê ye   Nurhayat got, “Ji jinên ji bo demokrasî, aştî û azadiyê têdikoşin hinek hilbijartin û anîn girtîgehên wekî Kandirayê Tîpên F. Lê hayê me ji van hemûyan heye. Ji ber vê yekê hem li derve hem jî li hundir her der ji bo me qada têkoşînê ye. Her dera ku jin lê hene, bi hişmendiya jinê û ruhê jinê qada têkoşînê ye.   'Me jiyana hevpar ava kir'   Nurhayatê, anî ziman ku her cihê jin lê be hem qada têkoşînê û hem jî qada jiyanê lê heye û got ku li girtîgehê ev herdû jî bi hev re jiyan e. Nurhayatê anî ziman ku şert û mercên girtîgehê her ku diçe xerabtir dibin û wiha got: “Qawîşên 3 kesan carnan hejmara wan daxistin yek û carna jî 2. Lê me her tim ew jiyana bi hev re esas girt. Li dijî tecrîd û polîtîkayên zextê yên li ser me tên meşandin, me her tim ji bo vê yekê bi helwesteke xurt û bi îradeyeke xurt hewl da. Hevalên me hê jî hewl didin. Girtîgehên Ewlekariya Bilind ên Tîpa F, S, Y hatin avakirin. Ji bo avakirinê êdî tîp nînin. Ji ber wê jî girtîgehên bênav tên avakirin. Berê, Tîpên F wekî tabûtan dihatin bikaranîn, lê niha bîrên ku ji tabûtan derbas dibin hatine çêkirin. Şert û mercên zehmet ên ku bi temamî mekanîk dibin û vîna mirovan dişkînin tên afirandin.”   'Li girtîgehan têkoşîna azadiyê heye'   Nûrhayatê, anî ziman ku girtî tevî hemû polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan berxwedaneke mezin nîşan didin û got, girtiyan weke her car vîna xwe parastine û diparêzin. Nûrhayatê bal kişand ser çalakiya li girtîgehê dest pê kir û got, “Pêşî ketin greva birçîbûnê, niha jî di nava berxwedaneke weke nedanîna têkiliyên bi dereve re û derneketina hevdîtina de ne. Li dijî neheqî û bêhiqûqiyê helwesteke bi hev re girîng e. Divê xwedî li helwesta hevalên me yên li girtîgehê bê derketin. Her kesê ku di girtîgehê de ye û dizane çima li wir tê ragirtin, wê vediguherîne cihê azadiyê. Lewma pêwîste yên li derve bi hêz û moral li gel wan bin. Banga min ji vir ev e: Divê girtî bi tenê neyên hiştin. Divê di her şert û mercî de yên li derve bi wan re bin. Heval di şert û mercên herî dijwar de hewl didin tiştekî bikin. Têkoşîna mirovahiyê heye. Pêwîste bêhiqûqiya li girtîgehê bê bidawîkirin."