ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-16 09:00:00     *Ji bo Şervan Gulel ku Hasret Tutal qetil kiribû ceza hat daxistin û 15 sal ceza hat birîn. Parêzeran îtîrazê biryarê kirin. Dayika Hasretê, Hediye Tutal ji bo doza ku wê di 17’ê Gulanê de bê  dîtin bang kir û got: “Em dixwazin pêşî li cînayetên jinan bigirin. Wezareta Dadê, komeleyên jinan bila ligel me bin. Ez banga tevlibûna rûniştinê dikim.”  DÎMEN HEYE    * Ekolojîstan balkişandin ser bendava ku tê xwestin li Geliyê Godernê bê çêkirin û gotin: “Ev projeyên ku asmîlasyona gel û guherîna demografîk armanc dike ne.” DÎMEN HEYE    *Di ser qetilkirina Remziye Bor ya ku  li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku 7 mehî ducanî bû hat qeitlkirin re, 8 sal derbas bûn. Derbarê dosyayê de hemû serlêdanên li dadgehên herêm hatin kirin hatin redkirin û dosya kiryar nediyar  hat hiştin.   *Hevşaredara berê ya Dersimê  Nurhayat Altun a ku piştî 7 sal û 5  mehan girtî ma û piştre hat berdan got, "Me li girtîgehê bi hevrêyên xwe yên jin re jiyan esas girt. Li dijî polîtîkayên tecrîdê ku li ser me pêk dianîn me sekneke bi hêz nîşan da." DÎMEN HEYE