Dîroka dawî ya serlêdana Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû 21’ê Gulanê ye 2024-05-15 13:51:25     AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê wê bi dirûşma “Lêxe-Ciwan li qadê ne” Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû li dar bixe. Dîroka dawî ya serlêdana ji bo tûrnûvayê di 21’ê Gulanê de ye.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê îsal li ser navê xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya di 5’ê çileya 2020’î de li Dêrsimê hate windakirin û aqûbeta wê hêj nayê zanîn tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Serlêdanên ji bo Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû di 18’ê Nîsanê de dest pê kirin. Serlêdan di 21’ê Gulanê de bi dawî dibin. Dirûşmeya îsal a tûrnûvaya di çarçoveya kampanyaya “Li dijî polîtîkayên şerê taybet berxwedaneke bi heybet” tê lidarxistin weke “Lêxe-Ciwan li qadê ne” hatin diyarkirin. Armanca Meclisa Ciwanan a li herêma Amedê 500 tîm in.